Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên erdhejê demên dawiyê li ser hev hişyariyan didin û dibêjin li Colemêrgê egera erdhejeke ji 7 pileyan mezintir heye.
Akademîsyenên Zanîngeha Colemêrgê, li ser peywendiya guherîna rêjeya ava kaniyan û erdhejê lêkolînan dikin.
Akademîsyen ji bo ku berê bi erdhejan bihesin bi berdewamî ava kaniyan dipîvin û guherînan dinirxînin.
“Em ji aliyê fîzîkî û kîmyayî ve lêkolînan dikin”
Akademîsyenê Zanîngeha Colemêrgê Mehmet Nurî Bodur wiha behsa lêkolînan kir:
“Em li ser kaniyên ku di nav xeta erdhejê de mane û me ew dîtin û tesbît kirin, bi taybetî jî li kaniyên germavê, ji mehekê yan jî 15 rojan carekê ji aliyê fîzîkî û kîmyayî ve lêkolînan dikin û parametreyên wan dipîvin.”
“Enerjiyeke zêde kom bûye”
Nurî Bodur da zanîn ku li Colemêrgê nêzîkî 500 salî ye erdhejeke mezin çênebûye û li vê herêmê enerjiyeke zêde kom bûye û got:
“Ji xwe di encama lêkolînên ku hatine kirin de tê zanîn ku li van herêman valahiyeke sîsmolojîk çêbûye.
Em dikarin bibêjin ku di encama valahiya sîsmolojîk de enerjiyeke zêde kom bûye û li ser vê herêmê metirsî çêkiriye.”
Li Colemêrgê bi sedsalan e ku erdhejeke mezin çênebûye.
Herî dawî 7ê Gulana 1930î li bajarê Salmasê yê Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 7,2 pileyan rû dabû.
Di wê erdhejê de li Colemêrgê 2 hezar û 514 kesan canê xwe ji dest dabû û 3 hezar avahî hilweşiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse