Jineke Filistînî li Dihokê hat şewitandin

31-05-2024
Heyder Doskî
Îsra Yusif / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îsra Yusif / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dihok Jin Şewitandin Filistînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dihokê jineke Filistînî ya ku li cihekî şahiyên şevan dixebitî hat şewitandin.

Îsra Yusif bi navê “Cenan” dihat naskirin û 41 salî bû.

Cenan çend şev berê ji ber sedemeke nediyar hat şewitandin û piştî ku hat şewitandin bi rojekê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

“Dengê hawar û qêrînan hat”

 Şahidek li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Dengê hawar û qêrînan hat, di cih de ji jûra razanê çûm jûra din û min li avahiya li pêşberî mala me nêrî.

Min li jêrê laşê jinekê dît, bi qasî teniyê reş bûbû.

Salek bû ku li vir dijiya û qet nîşaneyeke nebaş a wê jinê nebû.”

“Dê dinyayê li ser serê min bikin tara bêjingê”

Rûdawê xwe gihande hevaleke Îsrayê û wê jî da zanîn ku ditirse nasnameya wê kifş bibe û got:

“Ez naaxivim. Heke bav, bira, ap û eşîra min pê bihesin dê dinyayê li ser serê min bikin tara bêjingê.

Ez nizanim xwe şewitandiye yan hatiye şewitandin.

Min a xwe kir û ew bir nexweşxaneyê lê ez nizanim bê ma kê ew şewitandiye.”

Heta niha ti xizmên Îsra Yusifê lê xwedî derneketine.

Ew ji sala 2003yan ve li Başûrê Kurdistanê dijiya û ev 4 sal bûn ku li Dihokê bi cih bûbû.

Saziya Tiba Edlî ya Dihokê diyar kir ku ew dê termê Îsrayê 2-3 mehan li cem xwe bihêlin û heke kes lê xwedî dernekeve dê şaredarî wê veşêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst