Tirkiyeyê êriş kir: 4 şervanan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên artêşa Tirkiyê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yê li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da diyar kir ku kuştî û birîndar hene.
HSDyê diyar kir ku îro artêşa Tirkiyeyê bi dronan 8 caran êrişî xalên hêzên wan, mal û otomobîlên sivîlan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, dronên Tirkiyeyê li herêma Til Hemîsê xaleke hêzên HSDyê û li derdora bajarê Qamişloyê xala Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin.
HSDyê herwiha ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li Qamişloyê du caran malên sivîlan û 3 caran otomobîlên sivîlan bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk bi dronekê ambulansa ku hewl dida şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.
Di encama êrişan de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn."