Tirkiyeyê êriş kir: 4 şervanan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êriş Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên artêşa Tirkiyê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest da û 11 sivîl birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yê li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da diyar kir ku kuştî û birîndar hene.

HSDyê diyar kir ku îro artêşa Tirkiyeyê bi dronan 8 caran êrişî xalên hêzên wan, mal û otomobîlên sivîlan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, dronên Tirkiyeyê li herêma Til Hemîsê xaleke hêzên HSDyê û li derdora bajarê Qamişloyê xala Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin.

HSDyê herwiha ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li Qamişloyê du caran malên sivîlan û 3 caran otomobîlên sivîlan bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk  bi dronekê  ambulansa ku hewl dida şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.

Di encama êrişan de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst