ROJAVA – Encûmena Gelan yasaya terorê gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Gelan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yasaya terorê nirxand.

Desteya Hevserokatiya Encûmena Gelan û Encûmena Dadperweriyê jî tevlî civîna nirxandinê ya li Reqayê bûn.

Endama Komîteya Yasayî ya Encûmena Gelan Xufran el-Xelefê li ser civînê got:

“Li Reqayê Komîteya Yasayî bi Komîteya hevbeş a Encûma Dadperweriyê û Hevserokatiya Encûmena Gelan re civiya.

Amadebûyan pêşniyarên ku ji aliyê Encûmena Dadperweriyê ve hatine pêşkêşkirin gotûbêj kirin da ku yasaya tedbîrên cezayî yên bi hejmara 2yan a sala 2020î û yasaya terorê hejmara 7an a sala 2021ê bên sererastkirin.”

Divê were gotin ku ev sererastkirin ji bo bicihkirina perensîbên bingehîn ên dadperweriya civakî ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriye tên kirin.

Li hêla din, yasa û tedbîrên yasayî yên girêdayî mijara terorê piştî ku Encûmena Gelan wan pesend dike tên bicihkirin.

“Yasaya terorê hat sererastkirin”

Xufran el-Xelefê diyar kir ku hinek xalên yasayê hatine sererastkirin û got:

“Yasaya terorê hat sererastkirin, 6 made hatin sererastkirin û 3 madeyên din jî lê hatin zêdekirin.

Herwiha 7 madeyên yasaya tedbîrên cezayî jî hatin sererastkirin û madeyek li wan hat zêdekirin.

Bê guman ev sererasatkirin û zêdekirin li gorî dadperweriya civakî ne.

Siberojê dê biçin ber destê Encûmena Gelan da ku bên pesendkirin, piştre dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên bicihanîn.”

Encûmena Dadperweriya Civakî ya Rêveberiya Xaweser, Çiriya Paşîna 2021ê de yasaya rûbirûbûna terorê derxist.

Ev yasa bi armanca darizandina çekdarên DAIŞê yên li ba wan girtî û ji bo yekbûna yasayên li hemû kantonên rêveberiyê hat derxistin.