Li Loristanê di 10 salan de 16 hezar hektar daristan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî ya parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê, di nava 10 salên borî de 16 hezar hektar daristanên parêzgehê şewitîne û ji nav çûne.

Rêveberê Çavkaniyên Xwezayî yê parêzgeha Loristanê Husên Mîrzayî got, “Di nava 10 salên borî de 875 caran daristanên parêzgeha Loristanê şewitîne û şeş bajarên parêzgehê di rewşeke pir metirsîdar de ne.”

Husên Mîrzayî anî ziman, “Ji sedî 75ê rûbera parêzgeha Loristanê daristan û mêrg in. Daristanên berûyê yên Loristanê daristanên stratejîk ên rêzeçiyayên Zagrosê ne.”

Li gor amarên Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî ya Loristanê, 14 hezar xwebexşan ji bo alîkariya şewatên daristanan navên xwe tomarkirine.

Li gorî raporên fermî, her sal li Îranê 20 hezar hektar daristan û bi sed hezaran dar dişewitin.

Sedemên mirovî sedemên herî zêde yê şewatên daristanan e lê faktorên xwezayî jî dibin sedem.

Jinavçûna beşeke berçav a daristanên Loristanê, ziyaneke mezin gihandiye vê parêzgehê. Her wiha di van salên dawî de gelek caran lehî rabûye û bûye sedema ziyana bi sedan milyon dolaran ku tê zanîn daristan jî li ber lehiyê astengeke girîng in.

Her wiha daristan ji bo hilgirtin û hilanîna avê faktoreke girîng e. Li gorî raporên fermî, îsal baraneke baş bariye lê li gorî dema demdirêj ji sedî 1 baran kêm bariyaye.