Şaredarê Merîwanê û hejmarek rêveberên şaredariyê hatin desteserkirin

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Merîwan Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Merîwanê Irfan Qasimî û hejmarek rêveberên şaredariya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta "gendeliyê" hatin desteserkirin.

Serokê Desthilata Dadê ya parêzgeha Sineyê, Hisên Hisênî di dauxyaniyekê de ragihandiye, hêzên ewlehiyê û hêzên Îtîlaatê bi biryara berpirsên dadweriyê roja Sêşemê 30ê Gulana 2023an Serokê Şaredariya Merîwanê û hejmarek rêveberên şaredariyê desteser kirine.

Hisên Hisênî ji ajansa fermî ya dewletî IRNAyê re daye xuyakirin, ku ew berpirsên şaredariya Merîwanê bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin.

Hisênî diyar kiriye, li gor lêkolînên ku hatine kirin, wan kesan li beramber wergirtina pere û bertîlan, bi awayekî deryasayî rê dane ku li nav bajêr û hin taxên bajêr û bê merc û rêkarên pêwîst avahî bên avakirin.

Serokê Desthilata Dadê ya parêzgeha Sineyê herwiha gotiye, berpirsên ku hatine desteserkirin, herwiha bi awayekî neqanûnî rê dane ku hin zeviyên çandiniyê yên li qerax bajêr ji bo projeyên nîştecîbûnê bên bikaranîn.

Bi gotina Serokê Desthilata Dadê ya Sineyê, Serokê Şaredariya Merîwanê û berpirsên din ên ku hatine desteserkirin, çend binpêkirin û kiryarên neyasayî yên din kirine û piştî bidawîhatina lêkolînan dê dosyeyên wan ji dadgehê re bên şandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst