Li Semsûrê otomobîlek wergeriya: Şofêr mir, 2 kes jî birîndar bûn

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sincikê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encam de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an li gundê Qomîkê ser bi navçeya Sincikê otomobîlek  ji rê derketiye û wergeriyaye. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û li gor lêkolînan şofêrê otomobîlê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Herwiha 2 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Meletiyê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.

Li gor zanyariyan rewşa her 2 birîndaran jî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst