Ahmet Turk piştgirî da Selahattin Demirtaş

Hewlêr (Rûdaw) - Piştgiriya yekem a ji bo Selahattin Demirtaş a li ser rexneyên wî yên derbarê pêvajoya hilbijartinê de ji Ahmet Turk hat. Selahattin Demirtaş îro ragihandibû ku ew dev ji siyaseta aktîv berdide. Ahmet Turk destnîşan kir ku di nav HDPê de gelek navendên giştî hatine avakirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş îro Çarşemê rexne li HDP ya ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên xwe ji dest dabûn girt û ragihand ku ew dev ji siyaseta aktîv berdide.

Demirtaş di nivîsa xwe ya bi serenava “Ji aliyê HDPê Hilbijartina Parlamentoyê: Çima wisa bû?” xebatên hilbijartinê weke kêm û tevlîhev bi nav kir û diyar kir ku 5 sal in bi peyam û nivîsên ku ji Navenda Giştî ya HDPê re şandine hewl dide vê rastiyê ragihîne.

Demirtaş diyar kir ku tevî hemû hewldanan jî ew bê bersiv hatiye hîştin û got, “Dengê min vedide û li min vedigere.”

“Ez ne rast nabînim ku ew dev ji siyasetê berde”

Parlamenterê berê Ahmet Turk li ser mijara rexne û vekişîna ji siyasetê ya Demirtaş bi 10Haberê Hazar Dost re axivî.

Turk diyar kir ku ew biryara vekişîna ji siyasetê ya Demirtaş rast nabîne û got, “Selahattîn Beg siyasetmedarekî serkeftî bû. Ew hevalekî ciwan û dînamîk e. Min hêvî nedikir ku biryareke wiha bide.”

“Ez ê bi Demîrtaş re biaxivim”

Turk da zanîn ku ew dê bi Demirtaş re li ser rexne û sedemên biryara wî biaxive û got, ew gotina Demirtaş a “Dengê min vedide û li min vedigere” rast nabîne. Turk anî ziman, “Navenda partiyê heye, divê bi wan re di nava hevgirtinekê de were meşandin.”

Turk piştgirî da rexneyên Demirtaş ên li ser proseya hilbijartinan û got, “Ti hêzeke rêxistinkirî tunebû. Di nava partiyê de gelek navendên giştî hatine avakirin.”

Turk destnîşan kir ku encamên sindoqan eşkere ne û got, “Divê em hemû ji nû ve bifikirin” û destnîşan kir ku divê ew rexneyan li xwe bigirin.

“Di rexneyên xwe yên li ser pêvajoya hilbijartinê de rast e”

Ahmet Turk herwiha da zanîn ku Demirtaş di rexneyên xwe de mafdar e û got, “Di pêvajoya hilbijartinê de kêmasî hebûn. Ev kêmasî ji berbijêran heta bernameyê di gelek cihan de hebûn. Encamên li herêmên Kurdan vê yekê nîşan didin. Piştî vê gel dê biaxive.”