Li Sêwazê ji ber nexweşiyê bazara ajelan hat girtin

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Bazara Ajelan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna nexweşiya tebeqê (şap) bazara kirîn û firotina ajelan hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêwazê bi biryara Komîsyona Berpirsên Tendirûstiya Ajelan hemû bazarên li parêzgehê hatine girtin û heta daxuyaniyeke nû ev biryar dê bê cîbicîkirin.

Li gor zanyariyan li parêzgehên derdora parêzgeha Sêwazê nexweşiya tebeqê gelekî zêde bûye û ji ber vê yekê jî ev biryar hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ji bo parastina bazarên ajelan ji nexweşiyê û rêgirtina belavbûna nexweşiyê di Cejna Qurbanê de destpêkê bazara ajelan ya Şarkişla û giştî bazarên li parêzgehê hatine girtin.”

Parêzgarî hişyarî dide welatiyan ku li herêmên nexweşî hatiye dîtin pabendî kerentînayê bin û rênimayên hatine diyarkirin cîbicî bikin. Herwiha hatiye ragihandin ku li ser nexweşiyê gumaneke wan hebe divê serlêdana Rêveberiyên Daristan û Çandiniyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst