Hewramana Bakur; Gundê Kuç li Bedlîsê

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Kuç li navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bêdlîsa Bakurê Kurdistanê ve ji ber mîmariya xaniyên wê bûye cihekî geştyariyê. Li vî gundê ku berî 300 salan li pişt çiya û newalên asê hatiye avakirin, hemû xanî 2-3 qat in û bi kuç û keviran hatine çêkirin.

Gundê ku bi panoramaya xwe dişibe navçeya Hewremana Rojhilatê Kurdistanê, di salên dawî de bûye navendeke geştyarên wênegir.

Serokê Tîma Werzişên Xweza û Gelî ya Wanê, Omer Demez derbarê gundê Kuçê de dibêje: “Gundekî dîrokî ye û xaniyên wê yên du qatî bi temamî ji keviran hatiye avakirin. Di nav daristanê de gundekî ku destwerdan li xwezaya wê nehatiye kirin. Geşteke baş bû.”

Geştyar herî zêde di demsalên bihar, payîz û zivistanê de berê xwe didin gundê Kuçê û li hember xwezaya wê matmayî dimînin.

Eşref Yildiz yek ji geştyarên ku serdana gund kirine, bi dîtina mîmariya gund kêfxweş e û daxwaz ji xelkê dike, dîtina wî gundî ji dest xwe nedin.

Eşref Yildiz dibêje: “Em li navçeya Xîzana Bêdlîsê, hatin serdana gundê Kuç û Gola Xeydayê. Em weke tîm ji vê çalakiyê gelek kêfxweş in. Hem xwezaya wê gelekî xweş e û hem jî cihekî dîrokî ye. Di nav hev de nêzîkî 50 xanî hene. Hinek yek qat, hinek du qat û hinek sê qatî ne. Bila herkes were bibîne.”

Navçeya Xîzanê bi xweza û dîroka xwe bihuşteke veşartî ye û li hêviya kişifkirina geştyaran e.

Di nav navçeyên Bêdlîsê de navçeya ku herî zêde daristan lê heye û mehên havînê jî pileya germê ji 25ê bilindtir nabe, navçeya Xîzanê ye.