Li Wanê 12 koçber û 2 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya navendî Tûşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 12 koçberên Efxanî û 2 qaçaxçî hatin desteserkirin.

Li navçeya Tûşbayê polîsên Rêveberiya Ewlekariya Wanê, li ser agahiyan li Taxa Beyuzumiyê bi ser malekê de girt.

Di operasyonê de di nav de zarok jî 12 koçberên Efxanî hatin desteserkirin. Koçber bo Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Wanê hatin radestkirin.

Herwiha welatiyên bi navê I.T. û S.S. bi hinceta qaçaxçîtiyê hatin desteserkirin.

Li navçeya Ebexê ya Wanê jî vê sibehê, 15 koçber hatibûn desteserkirin.