Asayişa Rojava encama êrîşa bi dron a li Qamişlo aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa bi dronê ya li Qamişlo de daxuyaniyek weşand û têde encama êrîşê aşkere kir.

Êvara roja Duşembê 30ê Gulana 2022an li gundê Sêgirka li rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek ji aliyê dronekê ve hat bombebarankirin. Êrîş derdora saet 17:30 çê bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Asayişa Rojavayê Kurdistanê) derbarê êrîşa bi dronê ya li Qamişlo de daxuyaniyek weşand û têde hûrgiliyên êrîşê û encamên wê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin û di êrîşê de otomobîleke sivîl li nzêî gundê Sêgirka yê Qamişlo hatiye armanckirin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de tê gotin, “welatiyê bi navê Kîsra Melik şehîd bû û 3 welatiyên din ji wan jî jinek birîndar bûn. Navên hatine naskirin Mihemed Bîlal Remedan û Bîlal Remedan in.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser amaje bi berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser dike û bang li welatên garantor dike û dibêje, “Pêwîst e dewletên garantor li beramber van êrişan berdewam bi erkên xwe rabin.”