Artêşa Tirkiyê navçeya Sigêrê li Metîna bordûman kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tikriyê îro navçeya Sigêrê li sînorê qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê bordûman kir. Herwiha balafirên artêşa Tirkiyê li hin navçeyan kaxez avêtin xwarê ku têde daxwaz ji gerîlayên PKKê tê kirin xwe radest bikin.
Welatî Salar Necîb ji gundê Bilava ku dikeve sînorê qezaya Amêdiyê ji Radyoya Rûdawê re ragihand, îro sibehê balafirên Tirkiyê navçeya Sêgirê bi dijwarî bordûman kirin.
Bi gotina wî welatiyê navçeyê, ji demjimê 7:00 êvara duh ve hin navçeyên din jî li sînorê Amêdiyê hatine bordûmankirin.
Herwiha balafiran li hin deveran kaxez avêtine xwarê, ku bi Kurmancî 16 xal li ser hatine nivîsandin û têde daxwaz ji gerîlayên PKKê tê kirin ku xwe radest bikin û şer nekin.
Balafirên artêşa Tirkiyê li hin cihan li sînorê qezaya Amêdiyê kaxez avêtin xwarê ku têde bi Kurmancî daxwaz ji gerîlayên PKKê tê kirin xwe radest bikin pic.twitter.com/dbsmO2gpYH
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 31, 2022