Artêşa Tirkiyê navçeya Sigêrê li Metîna bordûman kir

31-05-2022
RÛDAW
Nîşan Metîna Amêdî Artêşa Tirkiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tikriyê îro navçeya Sigêrê li sînorê qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê bordûman kir. Herwiha balafirên artêşa Tirkiyê li hin navçeyan kaxez avêtin xwarê ku têde daxwaz ji gerîlayên PKKê tê kirin xwe radest bikin.

Welatî Salar Necîb ji gundê Bilava ku dikeve sînorê qezaya Amêdiyê ji Radyoya Rûdawê re ragihand, îro sibehê balafirên Tirkiyê navçeya Sêgirê bi dijwarî bordûman kirin.

Bi gotina wî welatiyê navçeyê, ji demjimê 7:00 êvara duh ve hin navçeyên din jî li sînorê Amêdiyê hatine bordûmankirin.

Herwiha balafiran li hin deveran kaxez avêtine xwarê, ku bi Kurmancî 16 xal li ser hatine nivîsandin û têde daxwaz ji gerîlayên PKKê tê kirin ku xwe radest bikin û şer nekin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst