Li Almanya Xelata Clara Zetkin dane siyasetvana Kurd Gultan Kişanak

Hewlêr (Rûdaw) – Li Almanyayê Xelata Clara Zetkin a bo sala 2021 pêşkêşî siyasetvana Kurd a Bakurê Kurdistanê û hevseroka pêştir a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak hat kirin, ku niha li girtîgeha Kandira li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê girtî ye.

Encûmena Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê nûçeya xelatkirinê belav kiriye û ji ber xelatkirinê pîrozbahî li Gultan Kişanak kiriye.

Encûmena Jinan a HDPê ragihandiye: “Li hember sîstema serdest a zilaman em dê di têkoşîna xwe de berdewam bin.”

Xelata Clara Zetkin ji sala 2007an ve her du salan carekê ji aliyê Partiya Çep a Almanyayê ve pêşkêşî wan jinan tê kirin, ku di ber mafên jinan de têkoşînê dikin.

Ev cara duyemîn e ku Xelata Clara Zetkin pêşkêşî siyasetvaneke jin a Kurd tê kirin. Pêştir di sala 2017an de ew xelat pêşkêşî parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca hatibû kirin.

Gultan Kişanak û Firat Anlî, hevserokên pêştir ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku niha li zindanê ne, di 1ê Cotmeha 2016an de li gel 63 endamên encûmena şaredariyê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan qeyûm hat danîn.

Clara Zetkin kê ye?

Clara Zetkin siyasetvaneka çep a Almanî ye ku di pênc Tebaxa 1857an de ji dayik bûye û di ber mafên jinan de li Almanyayê têkoşîn kiriye, herwiha wek mamoste di xwendingehên navendî de ders daye.

Sala 1875an di serdema Bîsmark de pêşenga wan jinan bûye ku ji bo mafên azadiyên giştî yên jinan de xebat kiriye û beşdarî di bilindkirina asta huşyariya siyasî û civakî ya sedan karkerên jin ên almanî de kiriye.

Calara Zetkin ji ber ku polîsên Almanyayê yê wê demê hewl dane wê bigirin, di sala 1878an de reviyaye bo bajarê Zorîxê û heta sala 1917an de endameka çalak a Partiya Demorkasî ya Yekgirtî ya Almanyayê bûye, paşê tevlî baskê çepê yê Partiya Demokrata Yekgirtî ya Almayayê bûye.

Zetkin sala 1910an pêşniyarek daye sekretariya navdelwetî ya jinên yekgirtî, ku di 8ê Adara hemû salekê de aheng û çalakî ji bo jinên têkoşer bê lidarxistin. Di sala 1932an de dema ku endama parlamentoya Almanyayê bûye, gotarek pêşkêş kiriye ku paşê bûye belgeyeke dîrokî, di wê gotarê de daxwaz ji gelê Almanyayê kiriye, dijatiya faşîzmê bikin.

Wek rêzgirtinekê bo Clara Zetkin, Almanyaya Rojhilat wêneyê wê li ser diravê xwe çap kiribû. Clara Zetkin di 20ê Hezîrana 1933an de koça dawî kiriye.

Ji sala 1954 ve Xelata Clara Zetkin ji aliyê Partiya Çep a Almanya ve pêşkêşî wan jinan tê kirin ku berevaniyê li mafên jinan dikin.