Neşet Zaza: Me daxwaza rêveberiya 50 bi 50 ji PYDê nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriye (PDK-S) Neşat Zaza derbarê danûstanên ji bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ragihand ku gava yekemîn bidawî bûye û wan ticaran daxwaza rêveberiya bi şêweya 50 ji 50yê nekirine.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Neşet Zaza beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê danûstandinên di navbera PYD û ENKSê de axivî.

Neşat Zaza diyar kir ku qonaxa yekemîn a danûstaninên ji bo yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera ENKS û PYDê de li ser asta siyasî bû û got: “Em dikarin bibêjin niha ew qonax bidawî bûye. Danûstandin di gava duyem de dê li ser mijarên weke îdarî, leşkerî û di çend warîn din de be.”

Neşet Zaza tekez kir ku ew weke ENKS hewldanên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê cidî dibînin û dixwazin ku ew proje bi awayekî serkevtî bidawî bibe daku bikeve xizmeta gelê Kurd.

Bi gotina Neşat Zaza her çend qonaxa yekem a danûstanên di navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bidawî bûye, lê wan heta niha ti rêkeftinek îmze nekirin û danûstandinên di navbera wan de negihîşte asta îmze kirine.

Zaza anî ziman ku hin qonaxên diyalogê hene divê bêne temamkirin û li ser bingeha rêkeftina Duhokê niha gotûbêjên wan berdewam in û wiha pê de çû: “Em dê weke ENKSê gelek hewl bidin daku em bikaribin bigihejin rêkevtinekê ku ew rêkevtin ji xelkê me re bibe siwanek û wan biparêze. Rast e qonaxa duyem dê gelek zehmet be, lê me îradeyek hebe û em tehemûla hev bikin, em dê serbikevin. Berî niha jî hinek lihevkirin hebû ku yek ji wan a Duhokê bû. Em dikarin bibêjin ev danûstandinên îro çêdibin, li ser bingeha lihevkirina Duhokê pêk tên. Em jî dibêjin avakirina du leşkeriyan qebûl nakin, lê em dibêjin divê bîr û baweriya xelkê bi leşkeriyê were. ”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê herwiha da zanîn ku ew naxwazin rêveberiya niha li Rojavayê Kurdistanê heye, bê rakirin, lê divê hinek guhertin werin kirin û pêşxistin çêbin û derbarê vê mijarê de jî ew dibêje: “Em dibêjin ev rêveberiya niha bi şêweya niha nûnertiya hemû pêkhateyan nake û hemû aliyên siyasî cihê xwe têde nabînin. Heta niha vê rêveberiyê nekariya xizmeta xelkê me bike ji bo wê yekê tê xwestin ku em dikarin çawa vê rêveberiyê nûjen bikin û herkes cihê xwe tê de bibîne û nûnertiya herkesî bike û bikeve xizmeta gel.”

Zaza herwiha tekez dike ku ji destpê heta niha armanca wan ne rêvebiriya 50 ji 50ê ye û ti bazaran wan li ser wê yekê nebûye, lê mebesta wan  şirekatiyeke heqiqî ye.

Herî dawî Neşet Zaza eşkere kir ku danûstandinên wan dê ligel aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berdewam bin.