Salih Gedo: Danûstandinên PYD-ENKSê hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Di derbarê gera duyem a danûstandinên navbera ENKS û PYDê de, Sekreterê Partiya Çepa Demokrat li Sûriyê, Salih Gedo ragihand ku li ser daxwaza ENKSê gera duyem a danûstandinan hat paşxisitn.

Salih Gedo diyar kir, ew paşxistin bi awayekî demkî ye û got, danûstandinên navbera Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk heta niha erênî bûne û dê berdewam bin.

Gedo ji bo destpêkirina danûstandinan jî got: “Em li benda hevalên xwe yên ENKSê ne ji bo lidarxistina civîna duyem. Em ji roja yekem ve amade ne, ji bo ku ev civîn lidarkeve û em bikarin wan pirsgirêkan çareser bikin bi hevdu re û li ser maseyekê.”

Salih Gedo amaje qonaxa yekem a danûstandinên navbera PYD û ENKSê kir û got, heta niha herdu aliyan di warê siyasî de li hev kirine, ku bi gotina wî ji 5-6 xalan pêk tê.

Çend roj berî niha şandeke ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê ve serdana Başûrê Kurdistanê kir, daku têkildarî danûstandinan bi serkirdatiya Başûrê Kurdistanê re bicive. Biryar e ev şand piştre careke din vegere Rojavayê Kurdistanê û piştî vegera wê şandê, dê qonaxa duyem a danûstandinên navbera ENKS û PYDê dest pê bike.

Sekreterê Partiya Çepa Demokrat li Sûriyê herwiha diyar kir, rêkeftina Duhokê ya ku pêştir di navbera ENKSê û YPDê de hatibû îmzakirin, gelek girîng e û herdu aliyên Kurdî dikarin sûdê ji wê rêkeftinê bibînin.

Gerdo di vê bareyê de got: “Hemû alî dibînin ku îtifaqa Duhokê, tiştekî giring bû û em dikarin wê îtîfaqê gelek qezencan jê bikin.”

Salih Gedo destnîşan kir: Tiştên ku me digihînin hevdu weke Kurd, weke millet, gelek mezintirin ji tiştên ku me dûrî hevdu dûr dixin.

Danûstandin ENKSê û PYDê bi piştgîriya Başûrê Kurdistanê, Amerîka û Fransayê ne.

Derbarê dansûtandina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di peyamekê de ragihandibû, ku qonaxa yekem a wan danûstandinan bi awayekî serkeftî bidawî bûye û ew dê di demeke nêzîk de dest bi qonaxa duyem bikin.

ENKSê û PYDê di qonaxa yekem de li ser pirsên siyasî lihev kiribûn. Di qonaxa bihê de ENKS û PYD dê pirsên rêveberî û leşkerî gutûbêj bikin.