Li Rihayê 1 tax û 5 avahî hatin kerentînekirin

31-05-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Riha Kerentîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparasitina ji vîrûsa koronayê (Covid-19) taxek û 5 avahî hatin kerentînekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hatiye belavkirin, li bajarokên Pirsus, Eyyubiye, Karakopru û Wêranşarê testa koronayê ya hinek welatiyan pozîtîv derketiye.

Piştî ku testa hinek welatiyan pozîtîv derket, gundê Agirtaş ser bi Pirsusê bi tevahî, 5 avahiyên li taxên Suleymanşah û Osmanli yên Eyyubiye, Taxa Dogukent a Karakopru, li taxên Yenîşehir û Kişla yên Wêranşarê ji aliyê Saziya Tendirûstî ya Bajêr ve heta 14 rojan hatin kerentînekirin.

Li aliyê din kerentînekirina 7 avahiyên li Sêwregê, Eyyubiye, Halîliye û Karakopru û kargeheke tekstîlê ya li navçeya pêşesazî bidawî bû.

Li gor amarên dawî yê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 163 hezar û 103 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 4 hezar û 515 kesan canê xwe ji dest dane û 126 hezar û 984 nexweşên Coronayê jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst