Li Til Hemîs û Amûdê 2600 donim genim û cehê cotkaran şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Şewata zeviyên çandiniyê li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê berdewam e û li gor zanyariyan, li Amûdê 2200 donim genim û li Til Hemîsê jî 400 donim cehê cotkaran şewitîne.
Duh careke din agir bi zeviyên çandiniyê yên nahiyeya Til Hemîs li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ket û beşek ji berhemên dexlûdanên cotkaran şewitîn.
Li gorî zanyariyan, agir bi zeviyên bakurê gundê Mercane ket û ber bi aliyê başûr ve pêl veda û di encamê de 400 donim cehên cotkarên deverê şewitîn.
Di herdu rojên bihorî de, gelek zeviyên navbera Tirbe Sipiyê û Til Hemîs şewtîne û ziyaneke mezin gihişte cotkarên herêmê û hêj tirs berdewam e ku agir û şewatên wiha dûbare bibin.
Ji aliyekî din ve, li başûrê Amûdê jî 2200 donim genim şewitî ye û di dema vemirandina wî agirî de jî welatiyekê canê xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.