Hewlêr (Rûdaw) – Îro berî nîvro welatiyên sînorê bajarokê Sergeran ji Rûdawê re ragihandin ku Erebên niştecihên Pelkane dexl û danên cotkarên Kurd şewidandin.
Endamê Encûmena Nahiya Sergeran Bedredîn Şemsedîn jî ji Rûdawê re diyar kir: “Erebên niştecihên gundê Pelkane agir li dexl û danên cotkarên Kurd berdane.”
Bedredîn Şemsedîn eşkere kir: “1100 donim ji dexl û danên cotkarên Kurd hatine şewitandin, di nav zeviyan de alavên avdaniyê jî hebûn ku gelek giran in û ew jî hatine şewitandin. Ew Ereb piştî ku piştrast bûne ku di dozên xwe de bi ser neketine, dest bi şewitandina dexl û danên cotkarên Kurdan kirine.”
Piştî 16ê Cotmeha 2017an, Erebên ku li wan deveran niştecih in daxwaz dikin ku zeviyên Kurdan ji wan re werin dayîn. Lê Kurd dibêjin hatina wan Ereban berî sala 2003an ji bo erebkirinê bûye û ew zevî yên Kurdan bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse