Li Efrînê grûpeke çekdar dest danî ser 550 tenekeyên zeyta zeytûnan

31-05-2019
RÛDAW
Çekdaran herwiha welatiyek li hember wergirtina 1000 dolarî serbest berdan.
Çekdaran herwiha welatiyek li hember wergirtina 1000 dolarî serbest berdan.
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Ehrar el Şerqiye el Emşat Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê çekdarên hêza bi navê Ehrar el Şerqiye welatiyek girtin û grûpeke din jî dest danî ser 550 tenekeyên zeyta zeytûnan.

 

Navenda Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku welatiyê bi navê Mistefa Bekir li ser rêbenda durêya devera el Emare, li ser rêya nahiyeya Reco ya Efrînê, ji aliyê çekdarên hêza bi navê Ehrar el Şerqiye ve hatiye girtin.

 

Li gorî zanyariyan, piştî ku çekdaran 1000 dolar ji Mistefa Bekir standin, ew serbest berdan.

 

Herwiha li nahiyeya Şiyê ya ser bi herêma Efrînê ve jî, hêza bi navê el Emşat li gundê Elkane avête ser guvaşteheka zeytê ya malbata Heyder Omer Çawîş.

 

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re diyar kirin, ku çekdarên hêza el Emşat dest danîne ser hemû tenekeyên zeytê yên nişteciyên wê navçeyê, ku hejmara wan nêzîkî 500 teneke zeyta zeytûnan bûye.

 

Herwiha li gundê Xelîl ê ser bi Şiyê ve, çekdarên heman hêzê dest danîne ser 50 tenekeyên din ên zeytê yên welatiyê bi navê Xelîl Xelo.

 

Grûpên çekdar, li dijî welatiyên sivîl ên Kurd li Herêma Efrînê, li ser binpêkirinên xwe berdewam in û ji zêdetirî salekê ve heta niha ti rêgirî li wan nehatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst