Li Şirnexê helîkoperteke Artêşa Tirkiyê ket: 13 general û efser mirin

Navenda Nûçeyan – Helîkoptereke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê kete xwarê.

 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dogan a Tirkiyê (DHA), helîkoptera Artêşa Tirkiyê li devera Şenoba ya ser bi parêzgeha Şirnexê ketiye.

 

Piştî bûyerê, li deverê xebatên ji bo rizgarkirinê û dîtina paşmayiyên helîkopterê dest pê kirin.

 

Parêzgariya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û tê de ragihand: Li devera Şenoba ya ser bi navçeya Qilabanê, helîkoptera ji curê Coogeer piştî 3 xûlekan ji rabûnê, ji ber ku bi xetên bihêz ên veguhastina elektrîkê ketiye, ketiye xwarê. Tîmên hawarhatinê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.

 

Di daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê de ti amajeyek bi hejmara kuştî û birîndaran nehatiye kirin, herwiha ew yek jî nehatiye aşkerekirin, ku çend kes di helîkopterê de bûne.

 

Artêşa Tirkiyê: 13 serbazan canê xwe ji dest dane

 

Artêşa Tirkiyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û aşkere kir, ku di bûyera ketina helîkoptera leşkerî ya li Şirnexê de, 13 serbazên wî welatî mirine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku di bûyerê degeneralek Artêşa Tirkiyê yê bi nave Aydogan Aydin û 12 efserên din ên pilebilind canê xwe ji dest dane.

 

Artêşa Tirkiyê jî gotiye, ku helîkopter bi têlên xeta bihêz a elektirîkê ketiye û ji ber wê sedemê helîkopter ketiye.

 

Herwiha Artêşa Tirkiyê gotiye, ku lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.