Yekemîn mamostaya zimanê kurdî wefat kir

31-05-2015
Omîd Berîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîna mamostaya serdema Komara Kurdistanê (Mehabadê) di temenê 86 salî de wefat kir.

Xanime Xusrewî ku di nav gel de wek Misrî xanim dihat naskirin û di serdema Komara Kurdistanê de yekemîn mamostaya zimanê kurdî bû, roja 29ê vê mehê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê wefat kir.

Misrî xanim sala 1929ê li gundê Besrê yê bajarê Mehabadê ji dayîk bibû. Di serdema Komara Kurdistanê de mamostaya zimanê kurdî bû û li bajarê Bokanê dersa kurdî digot.

Hevjînê Misrî xanimê jî pêşmergeyê Komarê bû. Ew û hevjînê xwe piştî avabûna Komara Kurdistanê (sala 1946ê) tên erkdarkirin ku li Bokanê xizmet bikin.

Navê hevjînê Misrî xanimê, Mihemed Qudsî bû û ji Başûrê Kurdistanê bû. Piştî rûxana Komara Kurdistanê Misrî xanim û hevjînê xwe vedigerin Başûrê Kurdistanê. Lê hikûmeta wê demê ya Iraqê hevjînê wê, ku efserkî artêşa Iraqê bû, bi 3 efserên din ên kurd re îdam dike.

Piştî wê bûyerê, Misrî xanim dîsa vedigere Bokanê û li wir jî wefat dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst