YPG û asayîş davêjin ser malên Bazên Kobanê

Kobanê (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û asayîşa Kobanê li bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê avêtin ser malên girêdayî ketîbeya Bazên Kobanê.

Çavkaniyekê ji bajarê Kobanê ji Rûdawê re got ku îro şervanên YPG û asayîşa Kobanê li bajêr avêtin ser malên endamên ketîbeya Bazên Kobanê.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku ketîbeya Bazên Kobanê girêdayî Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ya Mistefa Cuma ne.

Ketîbeya Bazên Kobanê girêdayî Encûmena Şoreşgerên Kurd e û li bakûrê bajarê Helebê hatiye damezirandin.