Li Moskowê Cejna Remezanê: 'Cejn li welatê me xweştir e'

31-03-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Xwendekarên Kurd ên li Moskowê /Wêne: Rûdaw
Xwendekarên Kurd ên li Moskowê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Cejna Remezanê Moskow Kurd Xwendekar Pîrozkirin
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bi hezaran misilmanên Rûsyayê li Mizgefta Mezin a Moskowê cejna Remezanê pîroz kir.

Gelek bawermend beriya berbangê hatine Mizgefta Mezin a Moskowê.

Lewra, di rojên cejnê de ji ber qelebalixa zêde, mirov nikare bi asanî têkeve mizgeftê.

Çend xwendekarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê jî bîryar daye ku nimêja cejnê li Mizgefta Mezin bikin.

Xwendekarê Zanîngeha Bijîşkî ya Seçenovê ya Moskowê Xelat Mizûrî got:

"Cejna Serok Barzanî, Peşmerge û xanevadeyên serberz ên şehîdan pîroz dikim.

Ez sê sal in li Moskowê dijîm û ev cara duyem e serdana vê Mizgeftê dikim.

Misilman li vir gelek bi birayane, bi rihiyeteke gelek ciwan pêşwazî li manga Remezana pîroz dikin."

"Cejn li welatê me xweştir e"

Xwendekarê Zanîngeha Bijîşkî ya Moskowê Mihemed Ebdurehman amaje bi wê yekê kir ku pîrozkirina cejnê ya li Moskowê wekî ya li Kurdistanê ne germ e û wiha anî ziman:

"Bi rastî li vir wekî nîştimana me nîne. Li nişimana me ciwantir e, ji ber ku Kurdewarî ye, coş û xiroşî pê re heye, xelk digere.

Lê belê li vê derê tozek sartir e. Hêvîdar im, cejnên din li nişimana xwe, di nav malbata xwe pîroz bikim."

Piraniya xwendekarên Kurd di rojên cejnê de diçin Kurdistanê.

Bê guman, pîrozkirina her cejneke tevî endamên malbata xwe, tercîha her kesî ye.

"Li Rûsyayê hinek zihmet e"

Xwendekarê Zanîngeha Bijîşkî ya Ryazanê Merîwan Ubeyd zehmetî û xweşiya pîrozkirina cejnê ya li Kurdistanê wiha anî ziman:

"Cejn û Remezan bi taybetî ji bo me, ji bo xwendekarên ku li Rûsyayê dixwînin, zehmetiyeke xwe heye.

Li Kurdistanê, di cejna pîroz de tu diçî mizgeftê niwîj dikî û diçî mal, li nik me xwarinê hazir dikin.

Hesab bike, birinc û merege ye, goşt e, mirişk e, yanî xwarinên entîqe… her minteqekî xwarinên xwe yên taybet hene."

"Ev cejn dê bibe sedema serfiraziya her çar parçeyên Kurdistanê"

Xwendekarê Zanîngeha Darayî ya Moskowê Blîmet Ehmed hêviyên xwe yên ji bo cejnê wiha anîn zimên:

"Îro, yekem roja cejnê ye, sipas ji Xwedê re, em hatine mizgeftê li gel birayên misilman, li gel birayên Kurd û li gel hemû neteweyên ku li vir amade bûn.

Cejna xwe pîroz kir û nimêja cejnê bi hev re kir. Xwedê hez bike, ev cejn dê bibe sedema xweşî û serfiraziya her çar parçeyên Kurdistanê."

Li Rûsyayê hejmara mislimanan dora 30 milyon kesî tê hejmartin.

Piraniya gelên misliman li komarên otonom ên li başûr û navenda Rûsyayê dijîn.

Li Moskowa paytext jî hejmara mislimanan digihêje 3 milyon kesî, ku piraniya wan karkerên koçber in.

Piraniya rojîgir ji bo nimêja Cejnê diçin Mizfeta Mezin a Moskowê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst