Abdullah Ocalan ji Îmraliyê peyameke nû şand

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan peyama Cejna Remezanê û Newrozê ya Abdullah Ocalan parve kir.
Omer Ocalan îro tevî bavê xwe Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir.
Omer Ocalan ji ser heabê xwe yê Xê derbarê serdanê de peyamek belav kir û got:
"Bi wesîleya Cejna Remezanê, me wekî malbat, di 31ê Adarê de (îro) bi Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re yên ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ne, hevdîtinek pêk anî.
Di vê dema ku li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin, ez peyama birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî raya giştî dikim:
'Ez silav dikim ku gelê me di Newrozê de bi coşeke mezin banga aştiyê û civakeke demokratîk kir. Ez careke din Newroza û Cejna Remezanê ya gelê xwe pîroz dikim'."
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kiribû ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê bi merasîma Cejna Remezanê bi endamên din ên malbata xwe re hevdîtin pêk anîne.