Serkan Ramanli: Divê di nav gelê me de biratî û wekhevî zêde bibe

31-03-2024
RÛDAW
Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli /Wêne: Rûdaw
Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli /Wêne: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanli Êlih HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli got, “Lazim e di nav gelê me de biratî, wekhevî, desthevgirtin zêde bibe. Ew jî bi hezkirinê çêdibe.”

Parlamenterê Êlihê û Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli li dibistaneke Êlihê bi malbata xwe re çû ser sindoqê.

Piştî dengdayînê Ramanli bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci.

“Pêwîstiya miletê me bi xizmetê heye”

Serkan Ramanli wiha axivî, “Di serî de ez dibêjim bi la bi xêr û xweşî be, bi dilekî xweş be.

Ev hilbijartin jî dê bibe wesîleya ku 5 salên li pêşiya bi xizmet derbas bibe.

Pêwîstiya miletê me bi xizmetê heye.

Di serî de lazim e di nav gelê me de biratî, wekhevî, desthevgirtin zêde bibe. Ew jî bi hezkirinê çêdibe.

Me di vê 2 mehên kampanyaya xwe de xwest ku em vê nîşan bidin, bi hezkirinê em dê karibin nêzikatiyê li hev bikin.

Dema ku me ji hev hez kir, em dê karibin bi kêrî hevdû jî bên.

Wexta ku em bi kêrî hevdû hatin, em dê bi kêrî bajarên xwe jî bên û bi kêrî gelê xwe jî bên.

Înşalah dê gelê me îro here ser sindoqê. Êvarê em dê karibin bi coşekê û bi xweşiyê dest bi pêvajoyeke xweştir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst