Li Amedê pevçûna muxtariyê: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Cirnikê yê navçeya Sûrê ya Amedê du grûp ji bo hilbijartina muxtariyê pev çûn.

Di encama pevçûnê de kesek hat kuştin, 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, dema li Cirnikê dengdanê berdewam dikir du grûp bi dar, kevir û çekan pev çûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesek hat kuştin û 11 birîndar hene.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Li hêla din, hêzên ewlehiyê li gund tedbîrên ewlehiyê wergirtin.