Parlamenterê AK Partiyê: Bila ciwanên me dernekevin çiya û nekevin zindanan

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu got, “Em naxwazin gêncên me derkevin serê çiya, têkevin zindanan yan jî herin dewletên din. Heyf in.”

Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu û hevjîna wî Ayşe Nasirogluyê li Êlihê dengên xwe dan.

Piştî dengdanê Ferhat Nasiroglu ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.

Ji kuştinê tiştek dernayê”

Nasiroglu got, “Welatê me welatekî xweş e, ji bo zarok û ciwanên xwe em dixwazin hîn xweştir bikin, bi pêş ve here.

Ji bo wê jî xizmeta şaredariyê, xizmeta gel e.

Kî zehfî xizmetê bike, kî karibe xizmetê bike, kî karibe îmakanan ji bo vî welatî zêde bike, divê ew bibe şaredarê Êlihê. Me jî li gorî wê dengê xwe da.

Nasiroglu diyar kir ku di dema hilbijartinên parlamentoyê de wî soz daye ku li Êlihê 4 herêmên pîşesaziyê bên avakirin û wiha pê de çû:

“Vê gavê me biryara 2 heban stand û ji bo wan me nêzikî 2 milyar û 600 milyon TL budce veqetandiye.

Hêvîdar im em dê piştî mehekê dest pê bikin.

Em dixwazin di van her du herêmên pîşesaziyê de nêzikê 20 hezar mirov bişixulin.

Eger em her du herêmên pîşesaziyê yên din jî temam bikin hedefa me ew e ku 40 hezar mirov li wan bişixulin.

“Ji bo vî welatî însanên biaqil lazim in”

Em dixwazin gêncên me li devê deriyê xwe bin, li mala xwe bişixulin, bizewicin, bibin xwedî mal.

Ji bo wê jî em ji welatê xwe hez dikin, tiştê ku ji destê me were em texsîr nakin.

Ji bo vî welatî însanên biaqil lazim in.

Ji xirexir û kuştinê tiştek dernayê. Ev 40 sal in em vî derdî dikişînin.

Em naxwazin gêncên me derkevin serê çiya, têkevin zindanan yan jî herin dewletên din. Heyf in.”

Ferhat Nasiroglu diyar kir ku li Êlihê her kes rêz li hev digire û got, “Ev demokrasî ye, her kes dê têkoşîna xwe bike. Miletê me dengê xwe bide kê li ser seran li ser çavan.”