Li Mêrdînê Ahmet Turk dîsa dibe serokê şaredariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan, li Mêrdînê Namzedê DEM Partiyê Ahmet Turk li pêş hemû namzedên din e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Piştî ku saet 17:00ê dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li bajarê Mêrdînê rikeberî di navbera namzedên DEM Partî û AK Partiyê de ye.

DEM Partiyê Ahmet Turk  kiribû namzedê şaredariya Mêrdînê û AK Partiyê jî li heman bajarî Abdullah Erîn kiribû.

Li gor encamên destpêkê yên ku ji aliyên Ajansa Anadoluyê (AA) hatine belavkirin, heta niha ji 2 hezar û 31 sindoqan, hezar û 568 sindoqên dengdanê ango ji sedî 79,42an hatine vekirin.

Li gorî dengên hatine hejmartin, heta niha Namzedê DEM Partiyê  Ahmet Turk bi bidestxistina ji sedî 56,14an a dengan li pêş e.

Herwiha Namzedê AK Partiyê Abdullah Erîn jî ji sedî 28,69 dengan bi dest xistiye û di rêza duyem de cih girtiye.

Herwiha li navçeyên Mîdyad, Stewr, Yeşili û Mehsertê namzedê AK Partiyê û li navçeyên Artuklu, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex û Nisêbînê jî namzedên DEM Partiyê li pêş in.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de jî Ahmed Turk wekî şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatibû hilbijartin lê paşê li şûna wî qeyûm hatibû danîn.