Qazî Mihemed 77 sal berê hat îdamkirin

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê Mehabad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 77 sal berê, rojeke wekî îro Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed li Mehebadê hat bidarvekirin.

Bi Qazî Mihemed re Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê hatin bidarvekirin.

Pêşewa Qazî Mihemed 1ê Gulana sala 1900î li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Qazî Mihemed 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin.

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (Nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.

Qazî Mihemed kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qaziyê re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn.

Ji malbateke dîndar û Kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvan bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû.

Mamê wî Fetaq Qazî, deam Rûs dikevin Mehabadê di şerê li hemberî wan de canê xwe ji dest dide.

Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, sala 1930î li gundê Erbatoyê yê bajarê Dîwandereyê êlên Kurdan li hev dicivîne.

Ragihandina Komara Kurdistanê

Qazî Mihemed, 22yê Kanûna Paşîna 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê Komara Komara Kurdistanê ragihand.

Piştî ku Komara Kurdistanê 17ê Kanûna Peşîna 1946an tek çû, Qazî Mihemed û Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê hatin bidarvekirin.

Wesiyeta Qazî Mihemed

Wesiyeta Pêşewa Qazîi Mihemed ji arşîvên fermî yên Îranê hatiyedîtin.

Qazî Mihemed di wesiyeta xwe de wiha dibêje:

“Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behrxwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me.

Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminatiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hemberî dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan.

Dijmin her ewqasî we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qet bi we re dilovaniyê nake, di her fersendekê de be qet li we nabihure.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelan paşve nemînin û her xwendin çeka kujer a dijminan e.

Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwendina we baş be, hûn dê pir baş bi ser dijminê xwe de bi ser bikevin jî.

Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, heta hûn bigihêjin hêvî û meramên xwe divê hêj pir kesên din ên mîna me xwe di vê rêyê de gorî bikin.”

Keça Qazî Mihemed behsa wî kiribû

Munîre Qaziya ku yek ji 7 keçên damezrênerê Komara Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed e, pêştir bûbû û mêvana bernameya ‘Pêncemorê’ û pirsên derbarê jiyan û kar û xebatên Qazî Mihemed de bersivandibûn.

“Min sozek daye gelê xwe”

Munîre Qaziyê wiha behsa bavê xwe kiribû:

“Bavê min kesekî gelekî dilovan bû û bi me hemûyan re eleqedar dibû û bi hemûyan re digihişt.

Ez ne di wê baweriyê de me ku li cîhanê kesekî bi qasî bavê min dilovan hebe lê belê wî ji me zêdetir ji gelê Kurd hez dikir.

Dema ku dayika min jê dipirsî, ‘Gelo ez çi ji van zarokan bikim?’ wî jî digot, ‘Ez ji bo zarokan li hemberî gelê xwe rûyê xwe reş nakim.

Min sozek daye gelê xwe û di roja xweş de jî û nexweş de jî ez dê li gel wan bim.”

“Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê ji dayîk bibin”

Munîre Qaziyê bîranînên xwe yên 31ê Adara 1947an wiha anîbûn ziman:

“Min dît ku li Meydana Çarçirayê amadehiya bidarvekirinê dikin lê min tam fêhm nekir mesele çi ye.

Dapîra min li xwe dida û dipirsî 'Ev amadehiya axayê min e?'

Piştre leşker hatin, wan dapîr û xalê min dehf dan û ew ji wê derê dûr xistin.

Min dengê bavê xwe bihîst. Tê bîra min wî wiha got, 'Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê ji dayîk bibin.'

Bavê min du caran benê xwe qetand û her du caran jî li fermandarê mangaya îdamê bend xist stûyê wî.

Piştre tevahiya cîhanê ji bo me giriya.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst