Li Şirnexê namzedê AK Partiyê li pêş e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên ne fermî yên AAyê li Şirnexê Namzedê AK Partiyê Mehmet Yarka li pêş e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Piştî ku saet 17:00ê dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî amarên destpêkê yên AAyê li Şirnexê ji sedî 97,47 a dengan hatine hejmartin.

Namzedê AK Partiyê Mehemt Yarka ji sedî 47,98an a dengan bi dest xistiye.

Herwiha li gorî amarên AAyê Namzedê DEM Partiyê Turan Saltan di rêza duyemîn de ye û wî ji sedî 40,62 a dengan wergirtiye.

Parlamenter û namzedên DEM Partiyê îro dîmenên leşker û polîsên ku ji bajarên din çûne li Şirnexê deng didan belav kirin.

Bi gotina wan zêdeyî 6 hezar kes derveyî bajêr li Şirnexê ji bo serkeftina namzedê AK Partiyê dengê xwe dane.