Li Colemêrgê û navçeyên wê kî li pêş e?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên Colemêrgê, namzedê DEM Partiyê li navendê li pêş e.

Li du navçeyan DEM Partî, li du navçeyan AK Partî û li navçeyekê jî Partiya Yenîden Refahê li pêş in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan îro xelk çû ser sindoqan.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ji saet 19:20an pê ve qedexeya ragihandina encamên hilbijartinan rakir.

Li gorî amarên Ajansa Anadolu û ANKAyê li Colemêrgê ji sedî 50ê dengan hatine hejmartin.

Li gorî vê yekê namzedê DEM Partiyê yê navenda Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi rêjeya ji sedî 44,63yan li pêş e.

Li navçeyên Çelê û Geverê jî namzedên DEM Partiyê li pêş in.

Li navçeyên Bajêrge û Şemzînanê namzedên AK Partiyê li pêş in û namzedê Partiya Yenîden Refahê (YRP) Hasan Dînç li navçeya Rûbarokê surprîzek kir û dibe ku bi ser bikeve.