Sirri Sakik serkeftina DEM Partiyê li Agiriyê ragihand

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Agirî DEM Partî Sirri Sakik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li wê parêzgehê serkeftina partiya xwe ya di hilbijartinên şaredariyan de ragihand.

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Li bajarê Agiriyê rikeberiyeke tund di navbera namzedên AK Partî û DEM Partiyê de hebû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê derbarê encamên Agiriyê de daxuyanî da.

Sirri Sakkik bêyî ku amaran bide got, “Spas Agirî, ev serkeftin a hemû xelkê Agiriyê ye.”

DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş wekî namzed ji bo şaredariya Agiriyê nîşan dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst