Li Rihayê ji ber muxtariyê pevçûn derket: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Guneşê ya parêzgeha Rihayê, ji ber hilbijartinên muxtariyê pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li taxa Guneşê ya Rihayê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du grûpan de li dibistanekê pevçûn derket.

Her du grûpan bi bi dar û keviran li hev xist.

Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Herwiha cendirmeyan jî midaxele kir û qerebalixî ji hewşa dibistanê dûr xist.

Derbarê pêvçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.