Li Sêrtê pevçûna muxtariyê: Kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar in

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Pevçûn Muxtarî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qesrikê yê Sêrtê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du grûpan de pevçûn derket, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Dema ku li gund dengdanê berdewam dikir, nîqaşa du grûpan a li ser hilbijartinan veguherî pevçûna bi kevir, dar û çekan û 1 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê û wa n birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Ji birîndaran Î.A. (54) tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Têkildarî pevçûnê B.K. tevî çeka xwe hat desteserkirin.

Tedbîrên ewlehiyê yên cendirmeyan li gund û yên polîsan jî li nexweşxaneyê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst