Li Hesekê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên DAIŞê yên xwekuj hatin kuştin

Li gorî medya nêzikî Rêveberiya Xweser du çekdarên DAIŞê hewl dane derbasî rêbendeke hêzên ewlekariyê bibin.

Hat ragihandin herdû çekdarên xwekuj DAIŞê beriya ku bigihine rêbenda asayîşê hatine kuştin.

Li aliyê din li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 31ê Adarê, Li taxa Neşwe li başûrê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, du çekdarên DAIŞê êrîşî baregeheke asayîşa Rêveberiya Xweser kirin, piştre dengê teqînê hat bihîstin, û şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û endamên asayîşê derket, di encama de herdû çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka sala 2023an û heta niha, li navçeyên Rêveberiya Xweser 30 kes ji aliyê çekdarên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de 5 sivîl hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst