Efrîn: Grûpên ser bi Tirkiye li dijî derbasbûna HTŞê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê sloganên dijî derbasbûna hêzên Tehrîr el-Şam hatin nîvisandin, ku dengoyek heye piştî komkujiya Cindirêsê li ser daxwaza xelkê navçeyê herêma Efrînê kontrol bikin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 29ê Adarê li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê sloganên dijî derbasbûna hêzên Tehrîr el-Şam hatin nîvisandin, ku dengoyek heye piştî komkujiya Cindirêsê li ser daxwaza xelkê navçeyê herêma Efrînê kontrol bikin.

Li gor hamen çavkaniyan, çekdarên grûpa Ceyş el-Isalm bi serkirdayetiya Ebû Welîd Zemelka li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê slogana “Colanî nokerê Îranê ye” nîvisandine, daku ji xelkê Efrînê re bibêjin Desteya Tehrîr el-Şam bi serkirdayetiya Ebû Mihemed el-Colanî tevlîheviyê li navçeyê çêdike.

Şeva 20ê Adarê şeva Cijna Newrozê, çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye ser bi Tirkiye 5 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê di dema pêxistina agirê Newrozê de kuştin, piştre vê komkujiyê nerazîbûneke navxweyî û navdewletî li pey xwe anî, û Fermandfarê Giştî yê Desteya Tejhrîr el-Şam Ebû Mihemed el-Colanî serdana kesûkarên qurbaniyên nkomkujiya Cindirêsê kirbû, herwiha soz dabû wan ku wan ji grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve biparêze.