Li Bakurê Kurdistanê ba û bahoz bûye sedema zerara canî û madî

31-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Ba û Bahoz Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê rewşa nerênî ya keşûhewayê berdewam e û bûye sedema zerara canî û madî.

Li gundê Vişkuçirê yê navçeya Darahênê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, melayê bi navê Mesut Pirildar ê 45 salî dema derketiye ser banê xaniyê xwe ku ji ber bahozê zerar dîtibû, bi rabûna bahozê re bi banê xanî re ketiye erdê û canê xwe ji dest daye.

Ev der jî parêzgeha Agirî ye. Tabelayên dikanan firiyane û ketina nav firneyê. Karkerekî ku wê demê di nav firneyê de bûye dibêje eger ne ji wan darên li pêşiya camê bûne dibûya zerara canî jî çêbûbûna.

Karkerê firnê Mehmet Akdal got "Hesinên avahiya li hemberî me firiyan, li camê ketin û hatin nav firneyê. Eger ew darên li vê derê nebûna dê qezayeke mezin çêbûbûna. Hemû camên firneyê şikestin."

Li navçeya Zêdkanê ya heman parêzgehê jî 7 kes birîndar bûbûn.

Di heman demê de ji ber ba û bahozê serbanê axûrên welatiyan jî firiyane.

Ajeldar Erdal Gurbuz dibêje "Ez li malê bûm. Min dengehê bihêz bihîst. Hevjîna min derket derve û got bane axûrê me ketiye. Ajelên me hemû di hindirê axûr de bûn. Xwedê kir tiştek bi wan nehat. Wek hun dibînin hemû tuxla ketine başe li serê berxikên me neketine."

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 11 parêzgehên herêma erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê hişyarî daye ku dê roja Înê ba û bahoz berdewam be û egera firîna çadiran heye. Herwiha saziyên peywendidar hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst werbigrin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst