KURDISTAN - Piştî erdhejê goleke xwezayî çêbû

31-03-2023
RÛDAW
Gola nû ya li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku piştî erdheja 6ê Siabtê çêbûye.
Gola nû ya li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku piştî erdheja 6ê Siabtê çêbûye.
Nîşan Islahiye Dîlok Gola Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Islahiye ya Dîlokê li Bakurê Kurdistanê, di encama erdheja 6ê Sibatê de çiyayek qelişiye û parçeyek jê hatiye xwarê. Ji ber qelişîna çiya, geliyek tejî bûye û goleke xwezayî çêbûye.

Ji ber erdheja 6ê Sibatê li gelek herêman çiya qelişîn, erd şemitîn û zinar bi ser gundan de hatin û rê hatin girtin.

Li navçeya Islahiyeyê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve jî çiyayê ku qelişî û hate xwarê, gelî tijî kir û di encamê de goleke xwezayî ya bi dirêjahiya 3 kîlometreyan çêbû.

Welatiyê bi navê Mehmet Akif Parlak behsa çêbûna wê gola nû dike û dibêje:“Ev der li navçeya Islahiye ya Gaziantebê di navbera gundên Degirmencik û Îdilliyê de geliyekî mezin e. Di nav gelî de rêya her du gundan hebû. Piştî erdhejên Mereşê gelek zinar û bi tonan axa ku ji çiya qetiya gelî tijî kir. Piştî ku gelî tijî bû goleke xwezayî çêbû.”

Weletiyên herêmê serdana gola ku hîn navek lê nekirine dikin û wêneyên xwe digrin.

Îbrahim Çagrî Demîr welatiyekî din ê herêmê dibêje, “Ev der qada seyrangehê ye, ber bi jor ve diçe. Li vê derê geliyek hebû û çemek ber bi jêr derbas dibû. Piştî erdhejê çiya gihiştin hev goleke xwezayî çêbû.”

Di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê yek ji bajarên ku zerareke zêde dît navçeya Islahiyeyê bû, Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê piştî erdhejê ragihandibû, nîvê Islahiyeyê hilweşiyaye û nemaye.

Li gor amarên fermî li navçeya ku 70 hezar kes lê dijî hezar û 90 avahî hilweşiyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst