PAK: Helwesta Qazî Mihemed rêya me ronî dike

31-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku Serokomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya wan ronî dike.

Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe berî 75 salan roja 31.03. 1947an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê, ji alîyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

PAKê bi daxuyaniyeke nivîskî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî û ragihand ku jiyan, helwest, şexsiyet, wasiyet û parastnameya li dadgehê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî Kurdan dike.

PAKê diyar kir ku wasiyet û parastnameya Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên Kurdan ên netewî û dîrokî nîşan dide û dibêje: “Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke. Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me ronî dike.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PAKê tekez kir ku gelê Kurdistanê dê ti caran Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke û wiha behsa helwesta Qazî Mihemed dike: “Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesihetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me ronî dike.”

PAKê wiha dawî li peyama xwe anî: “Em di 75emîn salvegera darvekirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst