Galeriya wêneyan

31-03-2022
11 Photos
Bilind T. Abdullah

Cejna Ekîto, cejna serê sala nû ya Babilî Aşûrî dikeve yekemîn roja meha Nîsanê. Di wê cejnê de wek nerîtek salane festîval û çalakiyên ciyawaz birêve diçin. Di 2 salên derbasbûyî de ji ber qedexe û rêkarên Coronayê, ti merasîmek bi boneya vê cejnê nehat sazkirin.

Lê îsal li ser Kela Hewlêrê bi boneya pîrozbahiya Cejna Ekîto merasîmek bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw birêve çû. Ahengê de bi sema û dîlan û govend pêşwazî li sala nû ya Babilî Aşûrî hat kirin.

Dîroka Cejna Ekîto ku ji bo Kildanan cejneke netewî ye, bo nêzikî 5300 sal berê diçe. Ev cejn li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û herwiha li Îran û Amerîkayê ji aliyê Kildan û Aşûriyan ve tê pîrozkirin.

Cejna Ekîto bo dema 12 rojan berdewam dike, jibilî sema û govendê, hevşêweyê Newroza Kurdan, geşt û seyran jî tên kirin.

Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992an ve welatiyên Krîstiyan Cejna Ekîto pîroz dikin. Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî roja Cejna Ekîto wek bêhnvedana fermî ragihandiye.

Wêne: Bilind Tahir/ Rûdaw