HAK PAR: Komara Kurdistanê rûyê pîroz ê dîroka Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - HAK PAR dibêje, “Komara Kurdistanê ya Mihabadê, rûyê pîroz ê dîroka Kurdistanê ye.”

Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û Wezîrê Berevaniyê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî roja 30ê Adara 1947an li meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi boneya 75emîn salvegera darvekirina Pêşawa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî de peyamek belav kir.

HAK PAR di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike, “Roja 22yê Çileya sala 1946an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir Qazî Mihemed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bu 76 sal ku ew Komara netewî a Kurdistanê hatibu avakirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Damezrêner û avakar û pêşenga Komarê `Komeli Jiyannewey Kurd/JÊKAF bû. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, PDK-Î: HDKÊ wek rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê ya Mihabadê saz bû.”

HAK PAR tekezî li ser girîngiya Komara Kurdistanê dike û dibêje, “Heyf ku temenê Komarê 11 heyv ajot. Lê, di maweyê wan 11 mehan de, gelek nirx û hêjanên miletê Kurd hatin xûlqandin. Komara Kurdistanê a Mihabadê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY), Miletên Yekbûyî ve, bi fermî hatîbû naskirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hatiye, “Rejima dirinde a Îranê, piştî vekêşana Artêşa Sor êriş bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qazi heta axirîn nefesa xwe di meqamê xwe de wek mirovekî serbilind li ber xwe da. Lê bêmecal û bê pal û pişt ma, civaka navnetewî a cîhanê û sazîya Miletên Yekbûyî li pişta Kurdan nesekinin.”

Didaxuyaniya HAK PARê de hatiye, “Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilweşand. Serokkamar Qazî Mihemed û Serokwezîr Hacî Babaşêx û Wezîrê Parastin û Berevanîyê Seyfî Qazî ji aliyê rejima zordar a Îranê ve roja 31ê Adara sala 1947an hatin darvekirin.”

HAK PARê Komara Kurdistanê ya Mihabadê wek “sikaneke gelek giring di dîroka gelê Kurd de” binav dike û dibêje, “Em wekî Partîya Maf û Azadîyan/HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê ya Mihabadê bibîr tînin.”

Di daxuyaniya xwe de HAK PAR tekez dike, “Di 76emin saliya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz ê dîroka Kurdistanê ye. Rûhşad bin Qazî Mihemed û hevalên xwe. Berxwedana Qazî Mihemed, baweriya gelê Kurdistanê qayîmtir dike.”