Şêwirmenda Erdogan bi Kurdî stran got

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda bilind a Serokomarê Tirkiyê Gulşen Orhan li Amedê di civîna sereke ya AK Partiyê de, bi Kurdî strana “Were Dotmam” got.

Duh Pêncşembê 30ê Adarê, Serokatiya Şaxa Amedê ya AK Partiyê civîneke lidarxistin û Şêwirmenda Bilind a Erdogan û parlamentera berê ya AK Partiyê ya Wanê Gulşen Orhan jî beşdarî civînê bû.

Gulşen Orhan di hola civînê de strana “Were Dotmam” bi kurdî got.

Endamê Komîteya Rêvebiriya Şaxa Ciwanan a Parêzgeha Amedê ya AK Partiyê Kaan Kahraman dîmenên strangotina wê berpirsa AK Partiyê li ser hesabê xwe yê twîterê parve kiriye.

Kahraman wiha got: “Xwişka me Gulşen Orhan bi dengê xwe yê xweş bi beşdarbûna di sêyem civîna me ya Parêzgehê de, em şanaz kirin.”

Endamê Komîteya Bilind a Rêveber a AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî heman dîmen bi peyama "Were dotmam..." parve kir.

Gulşen Orhan bi eslê xwe ji navçeya Muksê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve ye, û pêştir jî di hejmarek bernameyên televizyonê û çalakiyên AK Partiyê de stranên Kurdî gotine.