Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Ekîto sibe kir bêhvedana fermî

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe Cejna Ekîto ye û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kudistanê ji bo vê cejnê bêhnvedana fermî ragihand.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bi helkefta Cejna Sersala  6772 ya Babilî ya gelê Siryanî - Aşûrî ku bi Cejna Ekîto tê naskirin, bêhnvedana fermî ye.

Ew bêhnvedan hemû fermangeh û saziyên fermî yên ser bi Rêveberiya Xweser li xwe digire. Sibe ku Îne bêhnvedane û dusbe Şemiyê jî bi fermî bêhnvedan e. Ew bêhnvedan fermangeh û saziyên ku pêwîstî bi karê wan heye li xwe nagire.

Sala nû ya Babîlî û Aşûrê di 1ê Nîsanê de dest pê dike. Ligel Aşûriyan meha Nîsanê meheke pîroz e. Gelê Aşûrî, Kildanî û Sûryanî beriya serê salê genim, nîsk û ceh datînin pêşiya peykerê “Xwedayê Temûz.” 

Li gorî baweriya Sûryanî, Kildanî û Aşûriyan ev cejin ji 6 hezar salan û vir ve tê pîrozkirin. Ew dibêjin ku cejna Ekîto sersala Aşûriyan e û bi zimanê wan weke ‘’Xanîsan’’ jî tê naskirin. 

Li gorî baweriya wan ev roj roja xêrê ye û destpêka biharê ye. Efsaneyên wan dibêjin di vê rojê de Xwedawenda evînê Îştar bi Xweyê Xwezayê Temûz re zewiciye. 

Rêwresmên Cejna Ekîto û Sersala Babilî li Kurdistanê, Iraqê, Îranê û herwiha li Ewropa û Amerîkayê jî tên sazkirin. 

Ekîto, peyveke Sumerî-Ekedî û Aşûrî ye, bi wateya “destpêk” “an “derazînk” tê. Ji 1ê Nîsanê destpê dike, û heta 12 rojan berdewam dibe.