Li Amedê cihên dîrokî dibin kafe û resturantên taybet

31-03-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bi vê pêngavê pêşbînî tê kirin ku hejmara geştiyaran jî zêde bibe
Bi vê pêngavê pêşbînî tê kirin ku hejmara geştiyaran jî zêde bibe
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Sûra Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Sûrê ya Amedê ku berê navenda bajêr bû, ji sala 2015an ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye. Piştî ku Sûr kete nava vê lîsteyê, gelek kesan xaniyên dîrokî yên Sûrê ji xwe re kirin kafe, xwaringeh û cihê şox û şengê.

Li navçeya dîrokî ya Sûrê di nava salekî de ji 100î zêdetir xaniyên kevin ên Amedê hatine nûjenkirin û ev xanî weke kafe, xwaringeh û cihên şox û şengê hatine dîzaynkirin.

Niha bi qasî 200 xaniyên Sûrê jî li gorî reseniya xwe, ji aliyê xwediyên wan ve têne nûjenkirin. Bajarê dîrokî Sûr ku di nava lîsteya mîrateya UNESCO'yê de ye, bi vekirina van cihên xweşik ên dîrokî dibe cihê geşt û gûzariyeke baştir. Hem geştiyar û hem jî xwediyên van cihên dîrokî li bendê ne ku pandemî di demeke nêzik de biqede û ew li vî bajarê dîrokî xewn û xeyalên xwe pêk bînin.

Li Sûrê hejmareke zêde ya xaniyên kevin hatine nûjenkirin û ev xanî weke kafe û hatine dîzaynkirin. Yek ji van kesan jî Muharem Erbey e, ew hem parêzer û hem jî nivîskar e. Di dema nexweşiya coronayê de du xaniyan ji xwe re kirî û li gorî mîmariya kevin nûjen kir. Erbey, dê vê derê hem bike kafe, hem cihê taştê û hem jî navendeke çalakiyên hunerî.

Xwediyê Cihê Dîrokî Muhareb Erbey dibêje: “Min negot kafe, min negot cihê taştê. Min got mekan. Amitys mekan. Yanî li cihê me çand çêbe, huner çêbe. Em ê li ser dikê muzîkê pêşkêş bikin. Em ê li ser çand û hunerê hevpeyvînan çêkin. Em ê nivîskaran bînin û li ser pirtûkên wan çalakiyan li dar bixin. Li jorê du heb odeyên me hene, em ê wê derê bikin galeriya hunerê. Li ser wêne, peykeran û cureyên din ên hunerên bedew em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin.”

Yek ji van kesên ku li Sûrê ji xwe re kafeyeke rengîn vekiriye jî Roza xanim e. Berê cihê wê pir biçûk bû, lê di dema koronayê de evder berfireh kir. Ji çûn û hatina krîgeran kêfxweş e. Kêfxweşiya wê xwe di rûkeniya wê de dide der.

Xwediya Kafeyê Roza Turk jî got: “Di nava Sûrê de cihên dîrokî zêde ne. Kesên ku tên û diçin ji sedî 90 jin in. Jin eleqeyeke mezin nîşan didin. Kesên li derveyî Amedê tên eleqeyeke baş nîşan didin. Em kêfxweş in.”

Li gorî Komeleya Geşt û Gûzariyê ya Amedê, di dema pandemiyê de li Sûrê 100 xaniyên kevin ên Amedê hatine nûjenkirin. Vekirina her cihekî şox û şengê dê bi xwe re hejmara geştiyaran jî zêdetir bike.

 Serokê Komeleya Geşt û Gûzariyê ya Amedê Edîp Paçal jî got: “Di demên dawiyê de bi pandemiyê re tîrenda Sûrê guherî. Herkes dixwaze li cih û warên cuda û rengîn û dîrokî bigere. Tiştên gelek xweş çêdibin. Li Sûrê niha 200 xaniyên me yên dîrokî têne nûjenkirin. Li gorî reseniya xwe û mîmariya xwe têne nûjenkirin. Di demeke kin de ev hemû cih dê vebin. Bi van pêşketinan re li Mezopotamyaya Jorîn dîmeneke pir xweşik derdikeve holê.”

Kesên ku dixwazin li pey şopa bav û kalên xwe bikevin, biçin dîroka kevnar û bi wê efsûnê careke din vegerin roja îroyîn, navnîşana wan a gerê Sûr e. Sûr, tîna dilê wan geştiyaran hênik dike. Li kafeyên ku di xaniyên kevnar de hatine çêkirin de vexwarina çay û qehweyê kelecaneke bêhempa ye.

Nivîskar Şêxmûs Dîken jî got: “Eger li Diyarbekirê jî bim, ger rojekî ez neyêm nava Sûrê, dibêjim belkî ez nehatime Diyarbekirê. Ez li derve mame. Li derveyî Diyarbekirê mame.”

Geştyar Şêxmûs Seyhan wiha axivî: “Bajêr evder e. Ji bo min bajêr Sûr e. Mala me ya berê jî weke vê derê bû. Ji ber vê yekê dema tême vê derê bîna min fireh dibe.”

Beriya nexweşiya koronayê her sal derdora 250-300 hezarî de geştiyar dihatin serdana vê navçeyê. Ne tenê ji bajarên derdorê, ji gelek welatên cîhanê jî geştiyarên biyanî berê xwe didan vî bajarê dîrokî. Kişandina her sûret û wêneyek, ji bo wan bîranîneke bêhempa bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst