50 hezar geştyaran serdana navenda kaşûnê ya Colemêrgê kirin

31-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ku pareke mezin a salê di bin berfê de dimîne, Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a bilindahiya wê 2 hezar û 800 e, bi parkûrên xwe yên xwezayî di 3 mehan de 50 hezar kaşûnhezên xwemalî û biyanî serdanê wê kirin.

Navenda kaşûnê ya Mêrga Botan ku 12 kîlometre dûrî Colemêrgê ye û herwiha bi weberhênaneke 15 milyon lireyî pîstên wê hatin dirêjkirin û sistema telesiyeja 4 kesî hat avakirin, hêdî hêdî dibe navendeke sereke ya geştyarî li herêmê.

Navenda ku ji ber tedbîrên Covîd-19ê di meha çileyê de dest bi xizmetê kir, ligel ku ji meha nîsanê re hinik maye jî bi berfa zêdeyî metreyekî stûr ziyaretvanan dihewîne û derfeta kaşûn û snowboardê dide wan.

Navenda ku seranserî sezonê ji ziyaretvanên parêzgehên cîran û herwisa yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xalî nebû, dibe derfetek ku li bajêr hem aborî, hem geştyariya zivistanê û hem jî jiyana civakî geş bibe.

Rêveberê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Emin Yildirim ragihand ku li navendê mirov dikare heya meha Gulanê kaşûnê bike.

Yildirim bal kişand ku ew karîna navenda kaşûnê roj bi roj mezintir dikin û wiha pê de çû: “Bi weberhênanên me kirin em gihîştin wê astê ku mirov dikare pêşbirkên neteweyî û navneteweyî bike. Îsal eleqe zêde ye. Ligel pêvajoya pandemiyê, me ji gelek parêzgehên cîran û herwisa ji Îran û Iraqê mêvan ezimandin. Li gelek navendên kaşûnê yên Tirkiyeyê berf nema û demsala biharê dest pê kir, lê em hê jî çalakiyên zivistanê didomînin."

Gul Çevik ku li Wanê mamostetiyê dike jî diyar kir û ew û hempîşeyên wê ew çûne serdana bajêr û herwiha wan hem bajêr û hem jî navenda kaşûnê gelek eciband.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst