Nêçîrvan Barzanî: Serederiya Bexdayê li gel Kurdistanê ne federalî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di sêyem roja serdana xwe de li Parîsê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Fransayê roleke mezin di piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye di şerê li dijî DAIŞê û alîkariyên mirovî de. Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku serederiya Iraqê li gel Herêma Kurdistanê ne federalî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 31/03/2021, derbarê civînên duh a li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian, kongreyeke rojnamevaniyê saz kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir, di civîna duh de li gel Macron, her du alî hevra bûn li ser wê yekê ku gefa terorê metirsiyeke ciddî ye û got, Serokê Fransayê tekezî li ser wê kir ku ew amade ne alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin di çarçova civaka navdewletî de.

Serokê Herêma Kurdistanê di kongreya rojnamevanî de, li ser armanca serdana bo Fransayê û naveroka civînên li gel Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian ragihand, “Fransayê roleke mezin heye di meseleya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê de di şerê DAIŞê, alîkariya mirovî û palpiştiya siyasî de jî.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftinên xwe de behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin û got, “Ew şêweyê serederiya Bexdayê ya li gel Herêma Kurdistanê bi ti corek ne federalî ye û li cîhanê nîn e. Ev sîstem heta niha li Iraqê nehatiye bicihkirin. Herêma Kurdistanê ne sedema pirsgirêkan e, lê amade ye bo hevkariya pirsgirêkên din ên Iraqê. Em hêvîdar in ew reşnivîsa ku Hewlêr û Bexda li ser rêkeftibûn, deng li ser bê dayîn.”

Roja 5ê Adara îsal  Papayê Vatîkanê Papa Francis serdaneke 3 rojî bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêk anîbû û li ser vê mijarê jî Nêçîrvan Barzanî got, “Serokê Fransayê pîrozbahî li Herêm û Iraqê kir bo wê serdana qedaseta Papa ji bo Iraqê û taybetî bo Herêma Kurdistanê. Diyar bû, hefteya berê bi rêya telefonê axivîne, gelek pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir, pîrozbahî li gelê Iraqê kir û wek serdaneke gelek serkeftî binav kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da ku mijara Sûriye û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, mijareke din a civînên duh bû.

Roja Duşemê, 29/03/2021, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron, gihîşt Parîsê.

Duh demjimêr 14.30 li Koşka Elysee ji aliyê Macron ve pêşwaziyeke germ û dostane li Nêçîrvan Barzanî hat kirin û di civînê de jî behsa mekanîzma bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Parîsê hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di twîtekê de li ser civîna li gel Serokê Fransayê ragihand, wan behsa peywendiyên dualî, pirsgirêkên Iraqê û navçeyê kirine û got, “ Ez kêxweş bûm bi hevdîtina hevalê xwe Serok Emmanuel Macron îro li Parîsê. Min spasiya xwe bo hevkariya mirovî ya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herweha me peywendiyên dualî pisgirêkên Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin.” 

Çavdêrên siyasî û berpirs, civînê girîng dibînin û Nivîskar û Lêkolîner Adil Baxewan di dema beşdariya xwe ya di bernameya “Giftugoya Rojnamenûsî” ya Radyoya Rûdawê de ragihand, Fransa di wê baweriyê de ye ku Nêçîrvan Barzanî dikare roleke mezin di seqamgiriya Iraqê giştî de bibîne.

Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî, derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de amaje bi wê kir, Fransa dikare wê modela hikûmranî ya li Herêma Kurdistanê heye veguhêze hemû Iraqê.

Berî vê kombûnê, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron sê civîn encam dabûn ku ya yekem; roja 02/12/2017an bû li Koşka Elysee ku wê demê Iraqê ambargo bi ser Herêma Kurdistanê de sepandibû, lê Nêçîrvan Barzanî karî guvaş û ambargoya li ser Herêma Kurdistanê nehêle.

Civîna duyem a Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron, Tîrmeha 2019an dîsa li Koşka Elyasee birêve çû.

Roja 2ê Îlona 2020an jî Serokê Fransayê serdana Iraqê kir û li Bexdayê li gel Serokê Herêma Kurdistanê jî civiya.