PAK: Gelê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed ji bîr nake

31-03-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê Mihabad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê di 74mîn salvegera şehîdbûna yekemîn Serokkomarê Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed de ragihand, Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin û diyar kir, “Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.”

Îro 31ê Adara 2021an, 74 sal bi ser şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê ya bi paytextiya Mihabadê re derbas dibe. PAKê bi vê boneyê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, “Em di 74yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

PAK amaje bi kesayetiya Qazî Mihemed dike û dibêje: “Jiyan, helwest, şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî me dike. Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke” û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku “helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.”

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03.1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê, ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Jiyan, helwest, şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 74yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

31.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst